WSJ: Kurdên Sûriyê di bin xeteriya îxanet û parçekirinê de ne

Dîroka Weşanê :
WSJ: Kurdên Sûriyê di bin xeteriya îxanet û parçekirinê de ne

PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî, bal kişand ser rewşa krîtîk a Kurdên Sûriyê û destnîşan kir ku piştî ketina rejîma Esed, Kurd bi îxanet û parçekirina xaka xwe re rû bi rû mane.

Di nivîsê de hat diyarkirin ku gelek Kurd ji aliyê komên çekdar ên ereb ên girêdayî Ehmed El Şera ve hatine kuştin; El Şera yê ku berê cîhadî bû, niha wekî serdestê nû yê Şamê derdikeve pêş.

Modela Rojava: Îslama laîk û wekheviya jinê

WSJ di analîza xwe de Kurdên Rojava wekî nûnerên nirxên modernîteyê pênase dike. Di nûçeyê de hat gotin ku li herêmeke ku ber bi mezhebperestiyê ve diçe, Kurd bi modêla xwe ya Îslama layîq, azadiya wicdan û wekheviya sivîl wekî mînakekê ne. Her wiha hebûna yekîneyên jinan di nav artêşa wan de wekî delîleke berbiçav a lihevhatina di navbera Îslam û nirxên demokratîk de hat nîşandan.

Têkoşîna li dijî terorê û mîsyona mirovî

Rojnameyê bîr xist ku Kurdan berî deh salan bi lehengî û jîrîbûna xwe ya teknîkî DAIŞ têk bir û piştî serkeftinê jî bi hezaran cîhadî û malbatên wan di bin şert û mercên giran de girtin. Hat destnîşankirin ku Kurdan mîsyoneke ewlehiyê ya navneteweyî girtine ser milên xwe, lê niha ev ked di bin xetereyê de ye.

Dîplomasiya Amerîka û xeteriya Tirkiyê

Di nûçeyê de hewldanên senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Richard Blumenthal ên ji bo qanûna "Parastina Kurdan" hatin bibîrxistin. WSJ hişyarî da ku plana rêveberiya Trump a vekişandina leşkeran û zêdebûna bicihbûna Tirkiyê li Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Kurdan ber bi parçebûnê ve dibe.

Aramiya Sûriyê bi Kurdan ve girêdayî ye

Li gorî çavdêr û pisporên ku ji bo WSJ axivîne, piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser şertê sereke yê aramiyeke demdirêj e. Rojnameyê di dawiya nûçeya xwe de wekî encam nivîsî: "Kurd hevalbendên dilsoz û leheng in. Eger civaka navneteweyî destekê nede wan, xeteriya terorê dê zêdetir bibe û dîrok wê hesabekî giran ji hemû hêzên ku dev ji Kurdan berdane, bixwaze."