Devlet Bahçelî çima li dijî korîdora Kurd a Sûriyê ye?

Devlet Bahçelî çima li dijî korîdora Kurd a Sûriyê ye?

PeyamaKurd- Li demeke ku pêvajoya bêçekkirina PKKê û çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin de, girêka herî mezin a vê pirsê Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Tirkiye ji bilî PKKê herwiha dixwaze proseya bêçekkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên Kurdî jî bisepîne, lê rastîya herêmê êrîşên ser Durziyên Siwêdayê nîşan da ku di vê rewşa aloz de çekdanîn li aliyekî hilgirtina çekan bo parastina kêmîneyan zêdetir derdikeve pêş.

Durziyan ji Kurdan banga korîdorê kir

Di rewşeke wiha zîz de ku Durziyên Siwêda ya Sûriyê rastî êrîşên komkujiyê yên eşîrên Bedewî tên ku deshilata Şamê ya Ehmed Şera piştevaniya wan dike. Durziyan jî di vê rewşê de ji Kurdan daxwaza vekirina korîdoreke mirovî kir daku bikarin ji êrîşan xwe biparêzin û karesatên mirovî rû nedin.

Ev daxwaz ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve jî tê nirxandin ku wan jî piştevaniya xwe bo Durziyan nîşan da û êrîşên ser wan bi tundî şermezar kirin.

Bahçelî pirs hêrs bû û got: Korîdora Şeytan

Çawa ku bangên vekirina korîdoreke Kurdî hatin kirin, Serokê Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî bi daxuyaniyeke tund bertek nîşan da û ew yek wekî ‘Korîdora Şeytan’ pênase kir.

Serokê MHPê li ser pêvajoya çareseriyê û geşedanên li Sûriyeyê peyamên tund dan û got, korîdora ku wê ji Siwêdayê ber bi bakur ve vebe, dê xizmeta dabeşkirina Sûriyeyê û hedefgirtina Tirkiyeyê bike û ev xet bi navê "Korîdora Şeytan" pênase kir.

Mêjiyê kevneperest ê dijî Kurd neguheriye

Bahçeliyê ku pêşengê pêvajoya çekberdan û qaşo dabînkirina aştiya navbera Kurd û Tirkan e, bi vê daxuyaniyê re niyeta dewleta Tirkiyê cardin raxiste ber çavan ku ev sed sal in bi wê nêrîna kevneperest a dijî Kurd siyasetê dikin.

Li ser vê helwesta Bahçelî siyasetmedar û nivîskarê Kurd Rojhat Amedî nirxandinek kir û got, helwesta Devlet Bahçelî, tê wê wateyê ku mêjiyê kevneperest ê Tirk ku li dijî Kurdan e tevî pêvajoya hatiye destpêkirin jî neguheriye.

Korîdora Efrîn û rewşa Idlibê

Amedî dibêje, berî niha bi dagirkirina Efrînê, rê li ber derketina Kurdan a ber bi Deryaya Spî ve hate girtin û bal kişand ser rewşa Idlibê û anî ziman ku Tirkiyeyê ji hemû deverên dinyayê çete li wir kom kirin.

Amedî serjimara Idlibê ya ji 160 hezaran derketiye 3 milyonan bibîr dixe û dibêje, "Tirkiyeyê bi dagirkirina Efrînê û bi komkirina terorîstên herî xedar ên cîhanê li Idlibê bi Rûsyayê re, rê li ber vebûna Kurdan a ber bi Deryaya Spî ve girt."

Siyasetmedarê Kurd Rojhat Amedî, daxuyaniyên dawî yên Devlet Bahçelî rexne kir û got, "Dewê Devlet Bahçelî fûriyaye. Korîdora ku îhtîmal e di berjewendiya Kurdan de vebe, wekî 'Korîdora Şeytan' bi nav dike. Ev hewldana Tirkiyeyê hem Tirkiye hem jî Sûriye kişandiye nav çiravekê ku nikarin jê derkevin. Li gorî vê daxwazê, Devlet Bahçelî yê ku sozê 'pêvajoyeke nû' dide, dixwaze rê li ber korîdora ku îhtîmal e ji Siwêdayê ber bi Kurdan ve vebe, bigre."

Amedî destnîşan dike, nêzîkatiya Bahçelî nîşan dide ku armanca wan a rastî ya derbarê "pêvajoya nû" de çi ye û ev hişyarî da: "Eger Bahçelî û dewleta wî di vî tiştî de israr bikin, dê hem 'pêvajoya' ku dest pê kirine têk bibin, hem jî Kurdan bi awayekî giştî li hemberî xwe bibînin. Em binêrin ka ew dikarin vê encamê qebûl bikin yan na."

Ev nivîs 268 car hatiye xwendin.