PeyamaKurd – Hikûmeta Amerîkayê bi fermî ragihand ku ew ê "Statuya Parastina Demkî" (TPS) ya ku ji bo penaberên Yemenî hatibû dayîn, betal bike.
Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê, Christie Noem, diyar kir ku ev mafê ku ji sala 2015an vir ve ji ber şerê navxweyî yê Yemenê hatibû naskirin, di nav 60 rojên bê de dê bi dawî dibe.
Li gorî daxuyaniyê, mayîna wan kesan êdî ne di "berjewendiya neteweyî" ya Amerîkayê de ye.
Ev biryar rasterast bandorê li nêzîkî 1400 welatiyên Yemenê dike ku heta niha bi hinceta ewlehiya jiyanê li Amerîkayê diman.
Hikûmeta Amerîkayê ji bo kesên ku dê bi dilê xwe vegerin welatê xwe, paketeke teşwîqê amade kiriye; her penaberê ku amade be derkeve, dê bilêteke balafirê ya belaş û 2600 dolar wekî alîkarî wergire.
Ev gava rêveberiya Donald Trump wekî berdewamiya siyaseta wî ya tund a koçberiyê tê dîtin. Beriya Yemeniyan, statuya parastinê ji bo welatiyên Venezuela, Haîtî û Nepalê jî hatibû rakirin.
Ev biryar di demekê de tê ku fikarên li ser ewlehiya kesên vedigerin Yemenê berdewam dikin, lê Washington tekez dike ku dem dema vegerê ye.