PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Manisayê li navça Yunusemre, Ercan Özer ê 83 salî wexta jin a wî Emine Özer (72) di xew de bû, qirika (gewrî) wê bi kêrê jêkir û ew kuşt. Piştî kuştinê li neviyê xwe geriya û got ku ew dapîra wî kuştiye û polîs ew xist binçav.
Rûdan, seet li dora 11.00an de qewimî. Di navbera jin û zilam de, demekî dirêje ku arîşe hene û li hev nedikirin. 2 zarokên wan hene.
Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Emine Özer miriye û Ercan Özzer xistin bin çav. Cenazê Emine Özer birin morga nexweşxana dewletê ya Manisa Merkezefendi.