PeyamaKurd – Bajarê Bursa yê Tirkiyê bi dereca 3,5 derece hejiya. AFADê ragihand ku erdhej di bin erdê de di kûrahiya 11,22 km.yan de çêbûye.
AFADê ragihand ku erdhej li navça Mustafakemalpaşayê seet di 14.34an de çêbûye lê heya niha di derbareyê xesara can û mal de ti agahî negihaye ber destê wan.