Nêçîrvan Barzanî û Von der Leyen civiyan: Rojeva wan Sûriye û hevkariya aboriyê bû

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Von der Leyen civiyan: Rojeva wan Sûriye û hevkariya aboriyê bû

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Almanya li bajarê Munîhê di çarçova Konferansa Ewlehiyê ya li Munihê de, bi seroka Komîsyona Ewrûpayê bi Ursula Von der Leyen re hevdîtinekî pêkanî.

Di hevdîtinê de, li ser rewşa Sûriyê û pêwendiyên bi Yekîtiya Ewrûpa re axifîn û Leyen rola Herêma Kurdistanê ya di îstîqrara herêmê de bilind nirxand.

Barzanî, hevdîtina bi Leyen re îro berya nîvro kir. Her dû teref di hevdîtinê de behsa têkiliyên duqolî, pêşdeçûnên li herêmê, îstîqrara herêmê, di sehayên darayî de yên ku tê de karibin hevkariya xwe xwurt bikin, kirin.

Barzanî û Von der Leyen; li ser rewşa Sûriyê ya giştî, rewşa Kurdan û pêkhateyên Sûriyê, tehdîda terorê, astengiyên li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn, bi berfirehî axifîn.

Ursula von der Leyen, desteka xwe bo Herêma Kurdistanê ya bo îstîqrarê û aramiyê car din ragihand.

Von der Leyen, xebat û hewlên Nêçîrvan Barzanî bi qiymet nirxand û behsa rola Herêma Kurdistanê wekî ‘faktorekî girîng ya îstîqrarê’ ragihand.