Danûstandinên Cenevreyê: Di bin siya amadekariyên şer de gera duyem dest pê dike

Dîroka Weşanê :
Danûstandinên Cenevreyê: Di bin siya amadekariyên şer de gera duyem dest pê dike

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Axiosê hatine bidestxistin, şandeyên Amerîka û Îranê amadekariyê dikin ku di 17ê Sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê rûbirû bicivin.

Ev gera duyem a danûstandinan, di qonaxeke gelekî krîtîk de pêk tê. Şandeya Amerîkî dê ji aliyê Nûnerê Taybet Steve Witkoff ve, û şanda Îranî jî dê ji aliyê Wezîrê Derve Ebas Araqçî ve were birêvebirin. Wezîrê Derve yê Umanê, Bedr el-Busaidî jî wekî navbeynkarekî sereke li ser maseyê cihê xwe digire.

Pêşiya vê civînê, trafîkeke dîplomatîk a veşartî di navbera Washington, Maskat û Tehranê de qewimî. Hat zanîn ku Steve Witkoff peyamek taybet ji Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Elî Larîcanî re şandiye.

Larîcanî bi xwe jî serdana Umanê piştrast kir û diyar kir ku ew ji bo dîtina rêyeke dîplomatîk amade ne, lê di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şêwazekî zelal hişyarî da:

Yan peymanek dê çêbibe, an jî em ê tedbîrên pir dijwar bigirin."

Lê belê, li kêleka maseya danûstandinan, dengê defên şer jî bilind dibin.

Li gorî raporên Reutersê, artêşa Amerîkayê ne ji bo êrîşeke sînordar, lê ji bo operasyoneke "demdirêj" ku dibe bi hefteyan bidome, amadekarî dike.

Pentagonê ji bo vê armancê keştiyên balafiran û bi hezaran leşkerên din şandine Rojhilata Navîn. Ev duseriya di navbera "dîplomasiya tund" û "amadekariya şer" de nîşan dide ku gera Cenevreyê dê bibe xala diyarker ji bo pêşeroja herêmê.