PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, di Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de peyameke krîtîk da welatên endam û daxwaz kir ku xala parastina hevpar a di peymana damezrandina Yekîtiya Ewropayê (YE) de were çalakkirin.
Von der Leyen destnîşan kir ku parastina kolektîf êdî ji bo Ewropayê ne "bijardeyek" e, lê belê mecbûriyeteke hiqûqî û berpirsiyariyeke dîrokî ye ku divê di pratîkê de were cîbicîkirin.
Von der Leyen bi dirûşma navdar a "yek ji bo hemûyan û hemû ji bo yekê" tekezî li ser ruhê hevgirtinê kir û diyar kir ku divê YE di rûbirûbûna her êrîşekê de wekî yek laş tevbigere.
Bi gotina wê, ev prensîb pênaseya rasteqîn a Ewropayê ye û bingeha ewlehiya parzemînê pêk tîne. Ev banga Von der Leyen di demekê de tê ku li cîhanê aloziyên leşkerî zêde bûne û Ewropa hewl dide serxwebûna xwe ya di warê parastinê de xurttir bike.