Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Dick Schoof: Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Hollandayê xurt dibin

Dîroka Weşanê :
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Dick Schoof: Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Hollandayê xurt dibin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê  Xê ragihand ku ew bi dîtina Serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof ya li Munîxê gelek kêfxweş bûye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku di vê hevdîtinê de ku li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de pêk hat, wan li ser xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya di navbera her du welatan de gotûbêj kir.

Her wiha her du aliyan li ser geşedanên herî dawî yên li Rojhilata Navîn û aramiya herêmî nerînên xwe par ve kirin.