Nêçîrvan Barzanî li Munîxê bi Senator Graham û şandeya Kongreya Amerîkayê re hevdîtinek pêk anî

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî li Munîxê bi Senator Graham û şandeya Kongreya Amerîkayê re hevdîtinek pêk anî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîxê bi Senatorê Amerîkî Lindsay Graham re, ku wekî dostê herî nêzîk ê gelê Kurd di nav siyaseta Washingtonê de tê nasîn, û çend endamên din ên Kongresa Amerîkayê re civîneke giring pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî geşedana dîplomatîk a giring li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî Xê bi raya giştî re parve kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew bi hevnasîna dostê xwe  Senator Lindsay Graham û şandeya pê re ya ji endamên Kongreya Amerîkayê pêk dihat, gelek kêfxweş bûye.

Wî her wiha da zanîn ku wî û Graham nû bi hev re civîneke wiha fermî pêk anîne û di vê hevdîtina nû de wî minetdariya xwe ya ji bo rola Kongreya Amerîkayê di piştgirîkirina aştî û aramiya herêmê de aniye zimên.