PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di roja duyem a Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de, peyameke tije bîrdozî û stratejîk ji hevalbendên Ewropî re şand.
Rubio tevî nakokiyên siyasî yên dawî, bal kişand ser koka dîrokî ya Amerîkayê û got:
Em zarokên Ewropayê ne... Her çend em ji aliyê erdnîgarî ve dûr bin jî, em ê her tim zarokên Ewropayê bimînin."
Lê belê, li kêleka vê peyama dostaniyê, Rubio hişyariyên tund jî dan. Wî destnîşan kir ku Washington "şirîkên qels naxwaze" û banga Ewropayeke "bihêz" kir ku karibe berpirsiyariyên xwe yên leşkerî û ewlehiyê hilde ser milên xwe.
Rubio hişyarî da ku cîhan bi metirsiya pevçûneke nû ya mezin re rû bi rû ye ku di dîrokê de mînakên wê nehatine dîtin.
Rubio di axaftina xwe de saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kirin. Wî diyar kir ku NY di çareserkirina krîzên herî giran (wekî şerê Xezzeyê) de bêbandor maye. Ji bo Rubio, parastina nirxên Rojava tenê bi hêza leşkerî û kapasîteya rasteqîn pêkan e, ne bi tenê bi diyarkirina armancên li ser kaxezê.
Ev daxuyaniyên Rubio wekî hewldanek ji bo nermkirina peywendiyan têne dîtin. Par, Cîgirê Serok JD Vance li heman konferansê rexneyên pir tund li Ewropayê girtibûn. Her çend nakokiyên li ser bacên gumrikê, lêçûnên NATOyê û mijara Gronlandê berdewam bin jî, Rubio hewl da nîşan bide ku Amerîka "di hilweşîna Rojava de ne eleqedar e" û dixwaze hevalbendiyeke xurttir ava bike.