PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, qonaxeke nû ya ewlehiyê dest pê kir.
Li gorî peymana 30ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de, duh, roja Înê hêzên leşkerî yên giran û yekîneyên şer ên HSDyê ji gundewarên Qamişlo û Hesekê vekişiyan û ber bi baregehên xwe yên leşkerî ve çûn. Li şûna wan, hêzên Asayîşê (Ewlehiya Navxweyî) bi wesayîtên zirxî û ketin bajaran da ku bi fermî erkên parastina sivîlan û aramiya bajaran bigirin ser xwe.
Fermandarê ewlehiyê Ehmed Mihemed diyar kir ku li gorî vê rêkeftinê, HSDyê bi tenê 3 tûgay ji bo parastina sînoran veqetandine.
Mihemed tekez kir ku ji bilî Asayîşê, destûr nayê dayîn ku tu hêzeke din di nav bajaran de tevbigere. Ev gava dîplomatîk û leşkerî, piştî operasyonên meha borî û ji bo rêgirtin li pevçûnên nû hat avêtin, da ku saziyên rêveberiya xweser di nav sîstema dewletê de werin entegrekirin.
Di vê navberê de, wêneyê "desthevdana germ" a li Munîxê di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeibanî û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî de, di medyaya civakî de bû rojeva sereke.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barak ev wêne bi peyama "Destpêkek nû" parve kir. Ev lihevkirin ne bi yenê leşkerî ye; di nav de mijarên perwerdehî, mafên sivîl ên Kurdan û vegera koçberan jî hene, ku wekî pêngaveke ber bi "Sûriyeyeke yekgirtî" ve tê nirxandin.