Dilşad Şehab: Cîhan Herêma Kurdistanê wekî faktoreke aramiyê dibîne

Dîroka Weşanê :
Dilşad Şehab: Cîhan Herêma Kurdistanê wekî faktoreke aramiyê dibîne

PeyamaKurd – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, di hevpeyvînekê de li Munîxê ragihand ku rêberên cîhanê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aştî û aramiya Rojhilata Navîn de bi bilindî dinirxînin.

Şehab bal kişand ser çalakiyên dîplomatîk ên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) de û diyar kir ku Kurdistan di navenda guhertinên giring ên cîhanî de cih digire.

Şehab eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî roleke sereke û navbeynkar di nêzikbûna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de lîstiye.

Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina sêalî ya di navbera Marco Rubio, Mezlûm Ebdî û Esed Şeibanî de, encama hewlên avaker ên Herêma Kurdistanê ye. Şehab got:

Şîreta Serok Barzanî her tim ew bû ku divê pirsgirêk li Şamê û bi rêya diyalogê werin çareserkirin û mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin parastin."

Di dawiya axaftina xwe de, Dilşad Şehab tekez kir ku cîhan Herêma Kurdistanê ne wekî beşek ji pirsgirêkan, lê wekî faktorekî sereke yê "lihevhatin û aramiyê" dibîne.

Wî diyar kir ku ji ber xetereyên şerên herêmî û aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de, parastina statuya Herêma Kurdistanê ji bo ewlehiya hemû herêmê giringiyeke stratejîk heye û rêberên cîhanê di vê xalê de hemfikir in.