Enqere li dijî biryara Parlamentoya Ewropayê ya li ser Rojava derket

Dîroka Weşanê :
Enqere li dijî biryara Parlamentoya Ewropayê ya li ser Rojava derket

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, bertek nîşanî biryara nû ya Parlamentoya Ewropayê (PE) da ku derbarê rewşa Rojavayê de hatibû qebûlkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat diyarkirin ku ev biryar "bê bingeh" e û bi awayekî neheq Tirkiyeyê hedef digire. Enqereyê îdia kir ku Parlamentoya Ewropayê rola Tirkiyeyê ya di avakirina aramî û îstîqrara Sûriyeyê de paşguh kiriye û daxwaz kir ku YE li şûna biryarên "xelet û xerab", hewl bide rastiyên li ser erdê baştir fêm bike.

Wezaretê her wiha bersiva îdiayên derbarê sînordarkirina azadiya raman û olî de jî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îdiayên ser dersînorkirina rojnamevanên biyanî û Xiristiyanan ne li gorî rastiyê ne û parastina azadiya olî li Tirkiyeyê di asteke bilind de ye.

Enqereyê tekez kir ku tu saziyeke biyanî, di nav de Parlamentoya Ewropayê jî, mafê wê nîne ku desttêwerdanê di pêvajoyên dadwerî û karûbarên navxweyî yên Tirkiyeyê de bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cure biryar zirarê didin ruhê pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bang li Parlamentoya Ewropayê kir ku li şûna ku bibe hevkarê înîsiyatîfên li dijî Tirkiyeyê, gavan ber bi baştirkirina têkiliyan ve bavêje û helwêsteke avaker nîşan bide.