Reuters: Amerîka ji bo şerekî demdirêj ê li dijî Îranê amade ye

Dîroka Weşanê :
Reuters: Amerîka ji bo şerekî demdirêj ê li dijî Îranê amade ye

PeyamaKurd – Di demekê de ku bal li ser danûstandinên dîplomatîk ên li Cenevreyê ne, agahiyên nû nîşan didin ku artêşa Amerîkayê ji bo senaryoyên leşkerî yên dijwar amadekariyan dike.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku sîteyê xwe dispêre du berpirsên payebilind ên Amerîkî, Pentagon plan dike ku heke Serok Donald Trump biryara êrîşê bide, operasyoneke leşkerî ya berfireh bimeşîne ku dibe bi hefteyan bidome. Ev plan, ji êrîşeke sînordar wêdetir, wekî "şerekî xeternak" tê pênasekirin ku dikare bibe sedema pevçûneke mezin a herêmî.

Wekî beşek ji van amadekariyan, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) biryar daye ku keştiyeke din a balafiran bişîne Rojhilata Navîn. Ev sewqiyata nû bi hezaran leşker, balafirên şer û sîstemên mûşekî yên bipêşketî bi xwe re tîne.

Rayedarên Amerîkî diyar dikin ku vê carê plankirin pir tevlihevtir e û hedef ne tenê binesaziya nukleerî ye, lê di heman demê de tesîsên hikûmetê û navendên ewlehiyê yên Îranê jî di lîsteya armancan de ne.

Berdevka Qesra Spî Anna Kellyê, di bersiva pirsên li ser vê mijarê de ragihand ku Serok Trump "hemû vebijark" li ser maseyê hiştine û biryara dawî dê li gorî berjewendiyên ewlehiya neteweyî were dayîn.

Pisporên leşkerî hişyariyê didin ku cebilxaneya mûşekî ya Îranê dikare bibe sedema zincîreke tolhildanê û şerekî herêmî yê mezin ku kontrolkirina wî ne hêsan be. Pentagonê heta niha nexwestiye hûrgiliyên zêdetir li ser van planên leşkerî par ve bike.