Şamê derbarê civîna Munîxê de daxuyaniyek belav kir: Amerîka piştgira peymanê ye

Dîroka Weşanê :
Şamê derbarê civîna Munîxê de daxuyaniyek belav kir: Amerîka piştgira peymanê ye

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê derbarê hevdîtina dîrokî ya li Almanyayê daxuyaniyek fermî belav kir.

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de, civîneke sêalî di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeibanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Washingtonê piştgiriya xwe ya tevahî ji bo "peymana entegrasyonê" ya di navbera Şam û HSDyê de nîşan daye.

Di vê civîna astbilind de, tekezî li ser parastina yekparçeyî, serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê hat kirin. Aliyê Amerîkî diyar kir ku ew pêvajoya lihevkirinê ya navxweyî ya Sûriyeyê wekî gaveke giring dibînin û ji bo serkeftina vê peymana entegrasyonê amade ne piştgiriyê bidin hikûmeta Şamê. Ev yek wekî guhertineke stratejîk di siyaseta derve ya Amerîkayê ya li herêmê tê nirxandin.

Mijareke din a sereke ya civînê, berdewamiya şerê li dijî DAIŞê bû. Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku aliyê Amerîkî piştgiriya xwe ji bo operasyonên hikûmeta Şamê yên li dijî paşmayiyên DAIŞê dubare kiriye. Ev hevahengiya nû ya di navbera Washington, Şam û Qamişlo de, wekî destpêka qonaxeke nû ya ji bo aramiya herêmî û dawîanîna bi krîza Sûriyeyê tê dîtin.