PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz li Pekînê ragihand ku bi Çînê re girînge ku bazirganiyekî dadwerane hebe û banga zelaliyê û baweriyê kir. Merz hem got ku divê mêzêna di navbera bazirganiya Çînê û Almanya baş bikin.
Friedrich Merz, piştî li Pekînê bi serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtinê kir daxwuyaniya xwe da û got:
“Pêwiste di navbera şîrketan de reqabet bi adilane bêkirin. Pêdiviya me bi zelaliyê, baweriyê û qaîdeyan heye. Seredana me baş bû. Em dixwazin hevkariya stratejik bi berfirehî xwurt bikin. Ya herî girîng ew bû ku em ê çawa şeklekî bidin reqabeta navbera xwe.
Em li ser sînordakirina îxracatê û xwegihandinê dixwazin hevdîtinan dewam bikin. Bandorekî zêde heye ku dinyayê de ji 3 aboriyên dewletên xwurt, ji wan 2 aborîyên dewletan, li vê derê bi hevre bazirganiyê dikin.”
Mezr, ragihand ku Çîn xwe amade dike da ji hilberînerên Ewrûpayê, ji şîrketa Airbusê sîparîşa 120 balafiran bide. Merz got ku bi çend şîrketên din re jî hevdîtin dewam dikin lê ji ber encam nedane niha tiştekî li ser wan nabêje.
Merz, her weha ji Çînê xwestiye ku bandora xwe ya li ser rûsyayê bikarbîne da şerê bi Ûkrayna re bi dawî were.