PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, berî ku ber bi Florîdayê ve bi rê bikeve, li balafirgehê bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê paşeroja rejîma Îranê de daxuyaniyên tûj dan.
Trump li ser pirsa gelo ka ew dixwaze rejîma Îranê biguherîne yan na, diyar kir ku guherandina rejîmê dê "tiştê herî baş be ku dê bikare bibe."
Wî siyaseta Îranê ya 47 salan rexne kir û îdia kir ku Îran her tim diaxive lê di pratîkê de gavan navêje; wî her wiha anî zimên ku ji ber van polîtîkayan di dîrokê de gelek mirovan jiyana xwe ji dest daye.
Dema ku behsa egera sedema leşkerî hat kirin, Trump destnîşan kir ku bi tenê rêya dûrketina ji êrîşê, pêkanîna "rêkeftineke guncaw" e. Serokê Amerîkayê da zanîn ku heta niha rejîma Îranê gavine wiha neavêtine û Amerîka bi tu awayî naxwaze ku Îran çalakiyên dewlemendkirina ûranyûmê berdewam bike.
Trump li ser pirsa bê ka ew dixwaze kî bibe serokê nû yê Îranê, nexwest şiroveyeke taybet bike û mijar vekirî hişt.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Trump bal kişand ser amadekariyên leşkerî yên li herêmê û ragihand ku wan hêzên mezin şandine Rojhilata Navîn.
Wî eşkere kir ku di demeke nêzîk de keştiyên din ên balafiran jî dê bi rê bikevin û got:
Em ê bibînin ka em dikarin vê carê tiştinan rast bikin an na."