17 koçberên neqanûnî li peravên Îzmîrê hatin girtin

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniyek li ser malpera Fermandariya Parastina Peravan, îxbarek hat wergirtin ku koçberên neqanûnî li ser qeyikeke lastîkî li peravên Çeşmeyê ne. Tîm şandin herêmê, qeyik rawestandin û 17 kesên di qeyikê de dîtin.
Koçberên ku hatin girtin piştî temamkirina prosedurên pêwîst radestî Rêveberiya Koçberiyê ya Parêzgeha Îzmîrê hatin kirin.
Rayedarên Parastina Peravan tekez kirin ku operasyonên teftîş û dewriyeyê li Deryaya Egeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî de bênavber berdewam dikin.





