Hêzên îstîxbarata Îranê li Merîwanê Rizgar Nûrî girtin û kes nizane li ku derê ye

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Merîwanê Kurdê bi navê Rizgar Nûrî (20) girtin û heya niha kes nizane li ku derê ye.
Rizgar Nûrî bi eslê xwe ji bajarê Sinê (Senendajê) ji navça Qalaterzanê ji gundê Serahouyeh e. Rizgar Nûrî di şeva 28ê Temmûz a 2025an de hat desteserkirin. Girtina wî li Merîwanê li taxa Kanî Dînarê çêbûye.
Casûsên îstîxbarata Îranê bi kîjan sedemê ew gitine û birine ku derê nayê zanîn.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




