Xelkê Siwêdayê hikûmeta Sûriyê protesto kir û parastina navdewletî xwest

PeyamaKurd- Piştî bûyer û êrîşên hefteyên borî bi ser bajarê Siwêda û derdora wê de ku zêdetirî hezar kes hatin qetilkirin, xelkê bajarê xwpêşandanek li dijî hikûmeta Sûriyê li dar xist û banga parastina navdewletî kir.
Li gorî çavkaniyên xwecihî îro 29ê Tîrmehê bi sedan welatiyên Siwêdayê li Qada Kerama kom bûn û druşmên li dijî hikûmeta nû ya Sûriyê hildan.
Xwepêşanderan banga bidawîkirina dorpêça li ser Siwêdayê, parastina navdewletî û derbaskirina alîkariyên mirovî bo parêzgehê kir.
Xwepêşanderan diyar kir di şerê Siwêdayê de ew li ser nasnameya xwe hatine kuştin û serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed Şera jî berpirsê wan tawanan e.
Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.




