Kazakistan û Tirkiye di nav xwe de 20 peymanan îmza kirin

Kazakistan û Tirkiye di nav xwe de 20 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Kazakistanê bi serokkomarê wê Kasım Comert Tokayev re derket ber çapemeniyê û got ku di navbera her dû dewletan de 20 peyman îmza kirine û dewam kir:

“Li herêmê Kazakistan xwediyê aboriya herî xwurte û di herêmê de hemparê me yê bazirganî yê herî mezine. Di bazirganiyê de me 15 milyar dolar ji xwe re kiriye armanc û em di rêya xwe de dewam dikin. Veberhênanên me li  Kazakistanê gihaye 5 milyar dolarî û veberhênana Kazakistanê li Tirkiyê gihaye 1,5 milyar dolarî.”

Erdoğan ragihand ku şîrketên Tirkiyê li Kazakistanê ji 500 projeyan zêdetir yên bi bihayê 30 milyar dolarî girtine ser xwe û weha dewam kir:

“Îro jî ji bergiriyê heya sanayiyê, ji gihandinê heya zanist û teknolojiyê me berfireh dan û sitendinan kir. Di encamê de me li ser kaxez 20 belgeyan îmza kir. Em li ser derfetên madenkariyê û elementên nadîde li ser derfetên hevkariyê axifîn. Em li ser petrola Kazakistanê ku di ser welatê me de here bazara dinyayê axifîn…”

Li gor daxwuyaniya Erdoğan; her dû teref li ser bikaranîna koridora ortê û firehkirina wê de, li ser hevkariya sanayiya bergiriyê ya leşkerî, li ser projeyan axifîne, mijara geştiyariyê ya navbera her dû dewletan ku di sala borî de 900 hezan hemwelatiyên Kazakistanê seredana Tirkiyê kirine û mijarên weka wan axifîne.

Serbestiya vîzê ya hemwelatiyên Tirkiyê ji bo Kazakistanê derxistine 90 rojan ku bê zîze wê hemwelatiyên Tirkiyê karibin herin Kazakistanê.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.