Serokê Dêra Kildaniyên Iraq û Cîhanê spasiya Serok Barzanî kir

Serokê Dêra Kildaniyên Iraq û Cîhanê spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Bi sedema parastina mafên pêkhateyên Iraqê û hembêzkirina hemû lêqewimiyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Patrîk û Serokê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê Luois Sako, spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro 29ê Tîrmehê serdana Patrîk Sako kir.

Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Faris Îsa û Louis Sako di çarçoveya hevdîtinekê de rewşa niha ya Iraqê û çawaniya parastina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên Iraqê de nîqaş kirin.

Her du aliyan behsa çanda pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafan ji bo tevaya pêkhateyan kir û tekezî li ser pêdivîya xurtkirina vê çanda bilind a mirovahiyê li seranserê Iraqê kirin.

Patrîk Sako ji ber parastina mafên pêkhateyên Iraqê û hembêzkirina hemû lêqewimî û awareyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Herwiha Sako, ezmûna Herêma Kurdistanê di warê hewandina aware û penaberan de wekî mînakeke serketî li Iraqê binav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Luois Sako pesnê rola Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê da, bi taybetî jî di pêşvebirina nêzîkkirina Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Ev nivîs 190 car hatiye xwendin.