Rûsyayê li seranserê Ukraynayê moşek barandin: 22 kesan can dan!

Rûsyayê li seranserê Ukraynayê moşek barandin: 22 kesan can dan!

PeyamaKurd - Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Trump dema ku ji serokê Rûsyayê Putin re daye ji bo gavên aştiyê kurt dike, Rûsya êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê didomîne. Di 24 saetên dawî de, 73 bajar û gundên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve hatine lêdan. Zindanek li herêma Zaporizhia jî hate bombebarankirin. Di êrîşan de 22 sivîl hatin kuştin.

Aştî li Ukraynayê her roj dûrtir dibe. Rûsyayê di 24 saetên dawî de li 73 bajar û gundên Ukraynayê êrîşên moşekî pêk anîne.

Balafirên Rûsyayê zindanek li herêma Zaporizhia bombebaran kirin. Karbidestên herêmî diyar kirin ku di êrîşa şevê ya li Zaporizhia de xanîyên derdorê jî zirar dîtine û hêzên Rûsyayê heşt êrîş bi karanîna bombeyên hewayî yên bi teqîna bilind pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Dadê ya Ukraynayê, çar bombe li Zindana Bilenke ketine. Salona xwarinê, navenda rêveberiyê û qada karantînê zerar dîtine. Hemû kesên ku hatine kuştin û birîndar bûne girtî ne.

Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê jî daxuyaniyek weşand û got, "Her êrîşeke nû ya Rûsyayê li ser binesaziya sivîl û mirovên asayî careke din îspat dike ku Rûsya li aştiyê nagere. Dema ku şerê xwe yê êrîşkar ê hovane dimeşîne, ew dema cîhanê bi vegotinên derew wenda dike. Ukrayna ji hemî rêber û neteweyên ku piştgirî didin mafê me yê jiyana di aştî û azadiyê de spasdar e. Divê Rûsya neçar bimîne ku raweste. Divê cezayan bihêztir bikin. Divê zext rast û bibandor bin."

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.