Ji şaredariya bajarê mezin ya Wanê 223 karker ji kar hatin derxistin

PeyamaKurd – Li şaredariya mezin ya bajarê Wanê, rêvebiriya şaredariyê bi sedema lêkolînên arşîvî bi neyînî encam dane û lewra 223 karkeran ji kar derxist. Rêvebiriya şaredariyê dibêje ku biryara dane, li gor qanûnaye û piraniya karkerên ku ji kar derxistine, di wexta DEM Partiyê de kirine ser kar.
Niha qayyûm şaredariyê îdare dike û dibêje ku piraniya kesên ji kar derxistine, ew kesin ku di wexta qayyûmê berê de ji ser kar hatine derxistin, piştî hilbijartina di 31ê Adara 2024an de, DEM Partî qezenc kiriye, car din wan girtiye kar.
Şaredarî di mijarê de bi nivîskî daxwuyanî da û behsa “lêpirsîna ewlehiyê” dike lê li gor qanûnan “lêpirsîna ewlehiyê” rabûye û tenê ger karkerekî bigrin îş, divê sabiqa wî nebe an ku firarê cezayê zîndanê nîn be.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




