Serokatiya Trump destûra azadiya ramanê û îbadetê ya li cihên kar da xebatkarên oldar

Serokatiya Trump destûra azadiya ramanê û îbadetê ya li cihên kar da xebatkarên oldar

PeyamaKurd- Rêveberiya Trump a Amerîkayê ji bo xebatkarên federal ên li cihên karê xwe bikarin bi eşkereyî baweriyên xwe yên olî bînin ziman û axaftinên olî bikin, destûrnameyek belav kir.

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vê biryara li ser mijarên baweriyê yên li welat, Rêveberiya Birêvebirina Karmendan (OPM) ya girêdayî Qesra Spî erkdar kir ku azadiya derbirina olî ya bo xebatkarên federal berfireh bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê destûr bê dayîn ku xebatkar nêrînên xwe yên olî ji hevalên xwe re bêjin, tiştên olî li cihê karê xwe bikin û bi tena serê xwe an jî bi komî îbadetê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, heke nebe tacîz, xebatkar dikare bi rêzdarî dest bi diyalogê bike û hevkaran teşwîq bike ku baweriyên xwe ji nû ve bifikirin. Lê heke aliyê din bixwaze ev hewldan rawestin, dê xebatkar bi rêzdarî vê daxwazê bi cih bîne.

Xebatkar herwiha dikarin piştî saetên kar hevdû vexwînin çalakiyên dînî û îbadeta bi komî. Di biryarê de herwiha ji ajansên federal û cihên kar re hate pêşniyarkirin ku di polîtîkayên xwe yên navxweyî de lêkolîn û sererastkirinên pêwîst bikin da ku azadiya derbirina olî di hawîrdora kar de bi awayekî guncaw bê misoger kirin.

 

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.