Sûdanî: Ti hinceta mayîna hêzên Tirkiyê li Iraqê nemaye

Sûdanî: Ti hinceta mayîna hêzên Tirkiyê li Iraqê nemaye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîna ligel ajansa Associated Press (AP) de got, divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin û diyar kir, ti sedema mayîna van hêzan li Iraqê nemaye.

Sûdanî got, "Me lihevhatina aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de silav kir, niha ti hinnceta mayîna  hêzên Tirkiyê nemaye, divê ew ji axa Iraqê derkevin."

Herwiha Sûdanî da zanîn ku têkiliyên wan ên stratejîk bi Tirkiyeyê re hene û projeyên veberhênanê û aborî jî dewam dikin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.