Di protestoyên bihakirina petrolê de 4 kes mirin û 500 kes di bin çav de ne

Di protestoyên bihakirina petrolê de 4 kes mirin û 500 kes di bin çav de ne

PeyamaKurd – Hukumeta dewleta Angolayê bi sedema bihayê petrolê, benzîn an mazotê %33 zêde kir, hemwelatî nerazîbûna xwe aşkera kirin û ketin nav xwepêşandanan.

Di wexta xwepêşandanan de, dema biryara hukumetê protesto kirin, di navbera çalakvanan û hêzên asayîşê de pevçûn derket û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 500 kesan xistin binçav.

Bedevkê polîs yê netewî Mateus Rodrigues ragihand ku piştî hukumetê biryara zêdekirina dîzelê ya %33 da, çalakvan li payîtext Luandayê dest bi çalakiyan kirin.

Rodrigues got ku çalakvan dukkanan û bankayan yaxma kirine, di protestoyan de 4 kes mirine û ji 500an zêdetir kes di bin çav de ne.

Ajotvanên otobus û teksiyan ji bo zammê protesto bikin 3 roj ketine grevê û yekîtiyên mînîbus û teksiyan bihayê birina rêwiyan %50 zêde kirine.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.