Li Konyayê erdhej çêbû!

Li Konyayê erdhej çêbû!

PeyamaKurd - Erdhejek bi şîddeta 4.3 pileyî saet 6:40ê sibê li Konyayê çêbû.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD), erdhejek bi şîddeta 4.3 pileyî hat tomarkirin, ku navenda wê li navçeya Ilgin a Konyayê bû.

Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Ugur Îbrahîm Altay li ser medyaya civakî sersaxî ji hemî welatiyên ku ji erdheja li Ilginê bandor bûne re parve kir û got, "Em bi tîmên xwe re di têkiliyê de ne; ti bûyerên neyînî çênebûne. Xwedê welat û miletê me ji hemî karesatên xwezayî biparêze."

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.