HRWê rapora êrîşên dronî û neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê belav kir

HRWê rapora êrîşên dronî û neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê belav kir

PeyamaKurd- Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ya bi serk Neteweyên Yekbûyî raporek li ser êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê û encamên wan belav kir.

HRWê diyar kir, di navbera 14 û 16ê Tîrmeha 2025an de, ji aliyê komên ne diyar ve êrîşên bi dronan li 5 qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û zirareke mezin gihandiye hilberîna enerjiyê.

HRWê ew êrîş wekî kiryarên metirsîdar bi nav kir ku bandorê li ser nakokiya demdirêj a di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser kontrolkirin û dabeşkirina dahata petrolê dike.

HRWê di raporê li ser neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî got, “Divê rayedarên federal ên Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser êrîşên bi dronan lêkolînê bikin, rê li ber êrîşên zêdetir ên li ser binesaziya enerjiyê bigirin û misogeriya dayîna mûçeyan bi temamî û di dema wê de bidin.”

Di raporê de Lêkolera Karûbarên Iraqê ya Rêxistina Human Rights Watchê Sara Sanbarê anî ziman: “Xirakirina bi mebest a binesaziya petrolê, îhtimal heye ku encamên metirsîdar li ser gihîştina xelkê Herêma Kurdistana Iraqê bi xizmetguzariyên giştî hebe. Tiştê ku rewşê girantir dike ew e ku bi hezaran mamoste, bijîşk û perestar nikarin xerciyên xwe yên rojane dabîn bikin, ji ber ku mûçeyên wan bûne dîlên nakokiyên siyasî.”

Di raporê de, hate gotin, êrîş bûne sedema rawestandina hilberîna nêzîkî 220 hezar bermîl petrol a di rojekê de û bi vê yekê berhema giştî ya petrolê ji sedî 70 kêm bûye.

HRWê dawiyê wiha got: “Rawestandina şandina mûçeyên sektora giştî ji aliyê Bexdayê ve, rasterast bandorê li kalîte û hebûna xizmetguzariyên giştî yên sereke kiriye ku di nav de çavdêriya tenduristî û perwerde jî hene.”

HRWyê ragihand ku rayedarên federal û herêmî berpirs in ji parastina binesazî û welatiyên sivîl û divê ji bo misogerkirina bicihanîna mafên aborî, civakî û çandî yên xelkê bi niyazpakî bixebitin û dabeşkirina mûçeyan bikin karê xwe yê pêşîn.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.