Îranê 6 sal ceza da jin û mêrekî nivîskar û helbestvan ên Nahawendî

Îranê 6 sal ceza da jin û mêrekî nivîskar û helbestvan ên Nahawendî

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Hemedanê li Nahawendê dadgeha bajêr  6 sal ceza da nivîskar û helbetvanên bi navên Fereshteh Sûri û Ali Jahaniyan. Her dû jin û mêrê hev in. Tevî ku berê di zîndana Malayerê de mane jî, her yek 6 sal ceza dan wan û berê cezayê xwe kişandine.

Li gor ragihandina komela Hengawê; Dadgeha Şoreşê Nahawandê, Sûri û Jahaniyan bi sedema di ser înternetê de ‘agahiyên şaş belav kirine’ 2 sal û ji ber ‘di leha grûbên di eleyhiya Îranê de ne propoganda kirine’ jî salekî ceza dane wan.

Li gor qanûna Îranê; di kîjan sûcê de cezayê herî zêde dabin wan, ew ceza meqbûle û wê 2 sal di zîndanê de bimînin.

Wê Sorî heya 12ê Êlûna 2027an di zîndanê de be û bavê wê bi pençeşêrê re têdikoşe.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.