Nêçîrvan Barzanî: Divê mûçe û heqên Herêma Kurdistanê bên misogerkirin

Nêçîrvan Barzanî: Divê mûçe û heqên Herêma Kurdistanê bên misogerkirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 29ê Tîrmehê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî (NY) yê Iraqê Mihemed El Hesen re civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr ـ Bexdayê û gotûbêjên di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêk û êrîşên dronî yên li Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Li ser rol û karnameya tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo vê dema ku li Iraqê maye jî danûstandina bîr û ramanan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bilind nirxand û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û mîsogerkirina şandina mûçe û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî peymanan kir. 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîste rê li ber êrîşên bi dronan yên li Herêma Kurdistanê ji bo aramî û ewlehiya welêt bê anîn.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê NYyê Mihemed El Hesen jî dilgiraniya xwe ya derbarê êrîşên dronan de anî ziman û piştevaniya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê, şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û parastina aramiya welêt dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku geşedanên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn jî di civînê de hatine axaftin.

 

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.