Li Batmanê otomobîl wergeriya û ajotvan giran birîndar bû

PeyamaKurd –Li Batmanê li ser rêya Sasonê li nêzî germavê ajotvanê otomobîlê Ahmet T. desthilata otomobîlê wenda kir û di encamê de otomobil wergeriya û ajotvan giran birîndar bû.
Kesên dîtin erebe wergeriya, çûn hawara ajotvan û ew ji otomobîlê derxistin, dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndar teslîmê wan kirin.
Tîmên tendursitiyê birîndar birin nexweşxanê û otomobîlê ji nava rê derxistin.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




