Balafira THY ket talûkê û rêwiyan ecele tehliye kir

PeyamaKurd – Balafira THY ya sefera Îstenbol-Antalya dikir çawa xwe danî balafirgeha Antalyayê bi awayekî lezgîn rêwiyên xwe di ser şematekê de tehliye kir.
Li ser bûyerê serokê beşa danûsitendinê yê THY Yahya Üstün daxwuyanî da û got ku di taximê daketina balafirê de dûman derketiye û di kontrolê de hat dîtin ku di borûya hîdrolîkê de ariza heye. Üstün got:
“Balafira jimara sefera TK2430 ya THY ya Îstenbol-Antalyayê dema xwe normal danî ser pîsta balafirgeha Antalya, di taximên xwedanînê de dûman derketiye û li ser wesiyeta îtfaiyê wekî tedbîr me rêwiyan di ser şematekê de tehliye kir û îtfaiye mudaxeleyê balafirê kiriye.”
Di rêwiyan de ti birîndarî an tiştekî neyînî tine û balafir jibo dagere niha tamîra wê têkirin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.