AKP û MHP bo Sırrı Süreyya Önder peyama sersaxiyê dan

AKP û MHP bo Sırrı Süreyya Önder peyama sersaxiyê dan

PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Ömer Çelik û serokê MHPê Devlet Bahçeli li ser koça dawiyê ya Sırrı Süreyya Önder peyamên sersaxiyê dan. Berdevkê AKPê Ömer Çelik di ser hesabê xwe yê meda civakî de got:

“ Wezîlê serokê TBMM, parlementerê Îstanebolê, dostê me, hevalê me, Sırrı Süreyya Önder wefat kir. Li ser pirsgirêken însanên me, temamê çîrokên wan di dilê wî de bûn, mirovekî hunerî û siyasî bû. Di dema jiyana xwe ya dawiyê de jî xwe bexşî Tirkiyekî bê teror kiribû. Bila serê malbata wî ya hêja, DEM Partiyê û milletê me yê ezîz sax be.”

Li aliyê dinê serokê MHPê Devlet Bahçeli li ser wefata Önder peyamekî sersaxiyê ya dirêj belav kir û di peyama xwe de got:

“Huner û siyasetê di kesayetiya xwe de kiribû yek, jiyaneka wî ya sade û xweşbîn hebû. Bi van taybetmendiyên xwe, di nezera xelkê de hêjayê rêzgirtin û hezkirinê bû. Wekîlê serokê meclisa me û hem parlementerê DEM Partiyê yê bajarê Îstenbolê bû. Mixabin me Sırrı Süreyya Önder wenda kir.

Ez ji dil jî xemgînim. Ez bawerim eger Tirkyekî bê teror ava bibe, wê bo Önder bibe xelatekî manewî, wê bo yekîtiya netewî û biratiya me bibe xizmet.

Tevî fikrên me ji hev cuda bûn jî, ji bo hûzûr û aştiya welatê me, em li ser yek hedefê bûbûn yek…Bo birayê xwe Sırrı Beg, ji Xwedê rehmetê dixwazim, Xwedê wî bi bihişta xwe û rehma xwe xelat bike. Bo malbata wî ya xemgîn, bo temamê DEM Partiyê, bo hezkiroxên wî û hilbijêrên wî û helbet serê temamê me sax be.”

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.