Erdogan hûrguliyên hevdîtina xwe ya bi Trump re parve kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn.
Di hevdîtinê de, Erdogan diyar kir ku Tirkiye wê gavên pêwîst ji bo pêşvebirina hevkariya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di gelek waran de, bi taybetî di pîşesaziya parastinê de, bavêje. Sadiq wiha got: "Civîn gelek erênî, berhemdar û bi rêk û pêk bû.
Piştî hevdîtina bi Trump re, Erdogan li ser hesabê xwe yê fermî yê X ev daxuyanî da:
"Axaftina me ya telefonê ya îro bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dostê min ê hêja Donald Trump re pir berhemdar, berfireh û samîmî bû."
Di hevdîtina me de, me rewşa mirovî ya xerab li Xezzeyê, Sûriye, Şerê Rûsya-Ukraynayê, bazirganiya cîhanî, danûstandinên berdewam ên di navbera Îran û Amerîkayê de û gelek mijarên din ên herêmî û cîhanî nîqaş kirin.
Me bi Birêz Trump re îradeya xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê, bi taybetî di warê pîşesaziya parastinê û bazirganiyê de piştrast kir.
Min tekez kir ku ez hewldanên Serok Trump ji bo bidawîanîna pevçûn û şerên li cîhana me teqdîr dikim û Tirkiye amade ye ku piştgiriya pêwîst bide da ku li herêma me hawîrdorek aştî, berdewamî û aramiyê ava bike.
Min got ku ez ê gelek kêfxweş bibim ku di zûtirîn dem de hevalê xwe yê ezîz li Tirkiyeyê bihewînim û wî em vexwend Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de bi hevalê xwe Trump re hevdîtin bikim û ez hêvî dikim ku hevdîtina me ji bo welatên me sûdmend be.”





