Ehmed Şera serdana Fransayê dike

Ehmed Şera serdana Fransayê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera di demek nêzîk de dê serdana Fransayê bike.

Di daxuyaniyeke Serokatiya Sûriyê roja Sêşemê 6ê Gulana 2025an de hat gotin ku Şera wê di demek nêzîk de serdana Fransayê bike.

Di daxuyaniyê de derbarê armanc û hûrgiliyên serdanê de agahî nehatine dayîn.

Ehmed Şera ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat vexwendin ku di meha Sibatê de serdana Fransayê bike.

Ji aliyekî din ve, li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê roja Çarşemê li Parîsê pêşwaziya Ehmed Şera bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Macron piştgiriya Fransayê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, azad û aram ku rêzê li hemû beşên civaka Sûriyeyê digire, dubare kir.

 
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.