Al Modon: Serê Îsraîlê yê nû wê Lubnanê be
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îhtîmala zêde ya şerekî nû yê Îsraîlê yê li dijî Lubnanê heye ku sedema wî jî israra Hizbullahê ya li ser parastina çekên xwe û ji nû ve avakirina cebilxaneya xwe ya moşek û dronan e.
Rojnameya Al Modon diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl, hikumeta Lubnanê bêçare dibînin ku nikare biryarên xwe bi cih bîne, ev yek bûye sedem ku Washington zextê li ser Beyrûtê bike da ku danûstandinan bi Tel Avîvê re wekî "derfeta dawî" bidomîne.
Rojnameyê da zanîn ku Lubnan ketiye nav du aloziyan; hikumeteke felcbûyî û partiyeke ku li ber tunebûnê. Rojnameyê diyar kir ku berdewama rewşa heyî dê bibe sedema şerekî nû yê Îsraîlê yê li ser Lubnanê.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.