Almanya, Baerbockê dike namzedê serokatiya rêxistina giştî yê Neteweyên Yekgirtî

PeyamaKurd – Hukumeta Almanya ragihand ku wê wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbockê ji bo dewra 2025-2026 bike namzeda serokatiya rêxistina giştî ya Neteweyên Yekgirtî. Eger Annalena Baerbock bê hilbijartin, wê di meha Êlûnê de, dest bi karê xwe bike.
Ajansa Nûçeyan ya Almanya DPA, ji derdora hukumetê agahiyan bidest xistiye û li gor agahiya ajansê, wê ji Partiya Kesk ku niha wezîra karên derve ya Almanyaye, wê ji bo dewra 2025-2026an Annalena Baerbockê bikin namzed. Hat ragihandin ku di vê mijarê de biryarname kirine ber îmza wezîran.
Eger Baerbock di meha Hezîranê bê hilbijartin, wê ji parlementeriya meclisa federal îstîfa bike. Hat gotin ku Baerbock berya hilbijartinê, di meha Gulanê de, dê li New Yorkê bernama xebata xwe bide naskirin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




