Weşanên DOZê 2 berhemên nû û çapa 3yem a berhemekê belav kir

Weşanên DOZê 2 berhemên nû û çapa 3yem a berhemekê belav kir

PeyamaKurd – Weşanxaneya kurdî DOZ ku yek ji kevintirîn weşanxaneyên kurdî ye, 2 berhemên nû  û berhemeke din jî ji nû ve bo cara 3yem hat belav kir.

Yek ji berhemên nû, romana dawî ya nivîskar Silêman Demir a bi navê Serdema Bêbext e. Di vê romanê de, Demir bandora şerê salên 2015-2016an li Bakurê Kurdistanê li ser jiyana gundiyan rave dike. Berhema nû ya din jî cilda 2yem a bi navê Pirsgirêka Kurd an Pirsgirêka Kurdistanê 2 - Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê ye, ku ji gotar û hevpeyvînên siyasetmedar Fuad Onen pêk tê.

Onen di vê berhemê de li ser guherîna stratejîk û rola kadroyên şoreşger disekine.

Herweha, çapa 3yem a berhema 20. Yüzyılın Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm a Hasan Yıldız jî ji nû ve hate belavkirin. Ev xebat li ser modernîzm û siyaseta kurdî ya destpêka sedsala 20an analîzeke girîng pêşkêş dike.

Ji bo agahiyên zêdetir, malpera DOZê (https://www.dozyayinlari.com/) dikare bê ziyaretkirin.

 

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.