Îmarat nameya Trump digihîne Îranê

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku nameya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminey nivîsandiye, wê welatê Îmarata Erebî bigihîne Îranê.
Bekayî got ku wê Şêwirmendê Serokê Îmaratê Enwer Gargaş nameyê bigihîne Îranê.
Herwiha Bekayî eşkere kir ku wê îro 12ê Adarê Gargaş bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re bicive û nameyê radest bike.
Beriya niha Trump ragihandibû ku wî nameyek bo Xaminey nivîsandiye ku tê de daxwaza betalkirina bernameya atomî û bi taybet îhtimala çêkirina çekên nukleerî dike. Trump gotibû, ger vê nekin, dê bersivên wan ên cuda bo Îranê hebin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.