Ji baskê PKKê daxuyaniyeke nû: Agirbest ji bo hemû hêzan derbas dibe

PeyamaKurd - Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya banga Ocalan de, biryara agirbestê ya PKKê ji 1’ê Adarê ve, ji bo hemû hêzên wan derbas dibe.
Komîteya Rêveber a PKKê doh 1ê Adarê li ser banga Abdullah Ocalan, agirbest ragihandibû û gotibû: “Divê Ocalan bi xwe kongreya hilweşandina rêxistinê birêve bibe.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî piştî banga PKKê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand, di çarçoveya banga Ocalan de biryara agirbestê ya ku PKKê standiye û ji dîroka 1ê Adara 2025an pê ve destpê dike, ji bo hebû hêzên wan derbasdar e.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê hemû fermandarî û yekîneyên pêwendîdar li hemberî biryara ku PKKê girtiye, bi hestiyarî nêz bibin û bi awayekî temam pêk bînin.”
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku li hemberî êrîşên ku li ser wan çêbibin, ew dê di çarçoveya mafê xweparastina rewa de, bersiva pêwîst bidin û ev jî mafêkî bingehîn e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekeyên otonom, yekeyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS jî derbasdar e û divê herkes vê pêk bîne.”
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




