Foreign Policy: Xweseriya Kurdan ji bo Sûriya nû dibe asteng!

PeyamaKurd - Li Sûriyê rewşeke nû dest pê kiriye. Piştî ku rejîma Beşar Esed hilweşiya, hemû Sûrî kêfxweş in ku ew ji bin destê wî rizgar bûne. Lê belê rewşa welêt hîn nazik e û hikûmeta demkî ya nû hewl dide ku welêt ji nû ve ava bike û yek ji pirsgirêka herî mezin li pêşiya wan jî hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye û çareseriya mijara Kurdan û Rojavayê Kurdistanê ye.
Di kovara Amerîkî Foreign Policy de ji aliyê Charles Lister, pisporê payebilind û rêveberê bernameya Sûriye û Têkoşîna li dijî Terorîzm û Tundrawiyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn ve, analîzek hate belavkirin ku vê pirsê dide ber nîqaşê.
Lister dibêje, HSD hevalbendê Amerîkayê ye û di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstiye. Lê belê niha li Sûriyê gelek kes dibêjin ku divê HSD êdî bibe beşek ji artêşa Sûriyê û xweseriya xwe biterikîne.
Pirsgirêkên sereke yên HSD û Şamê çi ne?
Ji meha Kanûna 2024an ve HSD û hikûmeta demkî ya Şamê li ser lihevhatinekê gotûbêj dikin. Li gorî vê lihevhatinê, zimanê Kurdî dê bibe zimanê duyemîn ê fermî û mafên Kurdan dê bên parastin. Herwiha, Kurd dê di parlamentoya demkî û komîteya destûrê de cih bigirin.
Lê belê pirsgirêka herî mezin ew e ku HSD dixwaze hêzên wê li herêmên Kurdî bimînin, lê hikûmeta Şamê vê yekê qebûl nake. Li gorî hikûmetê, divê hemû hêzên çekdar ên Sûriyê tevlî artêşa nû bibin û li seranserê welêt bên belavkirin. Eger HSD vê yekê qebûl neke, dibe ku Tirkiye û eşîrên Ereb êrîşî wan bikin.
Di gera min a dawî ya li Sûriyê de, tiştekî zelal xuya bû: hemû Sûrî ji rizgarbûna xwe ya ji bin destê rejîma Beşar Esed gelek kêfxweş bûn. Ev kêfxweşî niha hêvî û yekîtiya neteweyî ya ku di 13 salên şerê navxweyî de winda bûbû, ji nû ve zindî dike.
Lê belê, veguherîna Sûriyê li ser bingeheke nazik e. Heyet Tehrîr el-Şam, komeke berê ya cihadî, niha rêveberiya welêt dike. Tevî ku mehên wan ên destpêkê hêvîdar xuya dikin jî, ew li ser dewleteke şikestî, aboriyeke wêrankirî û pirsgirêkên ewlehiyê yên kûr disekinin.
Dewletên herêmê - bi serokatiya Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeterê - bi sedan pêşniyarên alîkarî, veberhênan û bazirganiyê pêşkêşî Şamê kirine. Lê belê dorpêçên Amerîka û Ewropayê yên li ser rejîma Esed hê jî berdewam in û heta ev dorpêç berdewam bin, hêviya başbûna aboriyê kêm e.
Di nav vê rewşa nazik de pirsgirêkeke mezin heye: Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD). HSD hevalbendê Amerîkayê yê demdirêj e di têkoşîna li dijî DAIŞê de û xwe her tim wek hêzeke dilsoz û jêhatî nîşan daye. Bi saya hewldanên mezin ên HSDê, DAIŞ di sala 2019an de têk çû. Ji wê demê ve, HSD bala xwe dide ser têkbirina bermayiyên DAIŞê û parastina girtîgeh û kampên ku tê de bi hezaran şervanên DAIŞê û malbatên wan tên girtin.
Şam çi dixwaze ji HSDê?
Lê belê, piştî hevdîtinên min ên li seranserê Sûriyê, tiştekî zelal diyar bû: di Sûriya piştî-Esed de, HSD wek pirsgirêkek tê dîtin ku divê were çareserkirin. Jin û mêrên ji hemû civakên etnîkî û olî yên Sûriyê dibêjin ku divê Sûriye niha yekgirtî be. Li gorî wan, divê "rêveberiya xweser" a HSD'ê û hêzên wê yên çekdar li bakur-rojhilatê Sûriyê bên belavkirin û bi temamî bikevin bin kontrola dewleta Sûriyê. Her wiha, divê çavkaniyên enerjî û çandiniyê yên di bin kontrola wan de derbasî bin kontrola Şamê bibin.
Ji meha Berfanbara 2024'an ve, HSD bi hikûmeta demkî ya Şamê re li ser lihevhatinekê gotûbêj dike. Lê piştî ku zêdetirî 20 kes li bajarê Minbicê di teqîneke otomobîlê de hatin kuştin û tawanbariya vê yekê li HSD'ê hat kirin, tu hevdîtinên asta bilind pêk nehatin. Dîsa jî, hemû Sûriyên ku min pê re axivî tercîha xwe ji bo lihevhatinekê anîn ziman. Tu kesî çareseriyeke leşkerî tercîh nekir - lê belê gelekan pêşbînî kir ku dibe ev çareserî mecbûrî bibe.
Hikûmeta demkî ji Esed zêdetir mafan dide Kurdan
Peymana ku ji bo HSD li ser maseyê ye ne xerab e. Berevajî serdema Esed, hikûmeta demkî ya Şamê soz daye ku dê mafên wekhev bide Kurdên Sûriyê û Kurdî bike zimanê duyemîn ê fermî yê Sûriyê. Her wiha, dê nûnerên HSD û rêveberiya xweser di hemû saziyên veguhestinê yên Sûriyê de, di nav de parlamentoya demkî û komîteya makeqanûnê de, cih bigirin. Dahatên petrola Sûriyê, gaza xwezayî û sektora çandiniyê jî dê bi rêjeyeke adil li bakur-rojhilat bên veberhênan.
Şam daxwaza HSDê ya mayîna hêzan qebûl nake
Lê belê pirsgirêka sereke di gotûbêjan de ew e ku çawa ev tişt dê pêk bên. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî dixwaze ku personelên HSD'ê di nav artêşa nû ya Sûriyê de wek beşeke cuda bimînin û tenê li cihên xwe yên niha li bakur-rojhilat bicih bibin. Ji bo Şamê ev ne qebûl e. Hemû komên çekdar ên din ên li seranserê Sûriyê tên belavkirin û şervanên wan li deverên dûrî cihên xwe yên eslî tên bicihkirin. Ev ji bo hikûmeta demkî gaveke mecbûrî ye ji bo ku pêşî li serdestiya şerleşkeran bigire û hesteke xizmeta neteweyî li şûna dilsoziya herêmî, civakî an jî komî pêş bixe.
Danûstandin bi ser nekevin dê Tirkiye êrîş bike
Siyaseta Amerîkayê ya li ser Sûriyê divê xwe li gorî guhertinên kûr ên ku Sûriye ji Kanûna 2024'an ve derbas dike, adapte bike. Biqas dem derbas bibe, dê HSD peymaneke hîn kêmtir bi dest bixe. Li ser sînorê bakurê Sûriyê, Tirkiye amade ye ku HSD'ê têk bibe eger gotûbêj bi temamî têk biçin. Eger ev rewş pêk were, tu asteng li pêşiya Tirkiyeyê namîne û çavkaniyên min ên li Sûriyê dibêjin ku eşîrên Ereb jî amade ne alîkariyê bikin.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




