DYA: Di navbera berjewendiyên Trump û Zelensky de ferqeke mezin heye

 DYA: Di navbera berjewendiyên Trump û Zelensky de ferqeke mezin heye

PeyamaKurd – Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Tulsî Gabbard diyar kir ku di navbera berjewendiyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy de ferqeke mezin heye.

Tulsi Gabbard ev şîrove li ser "Fox News Sunday" kir.

Gabbard di nirxandina hevdîtina Trump û Zelenskiy ya di 28ê Sibatê de li Ofîsa Ovalê, destnîşan kir ku di navbera berjewendiyên her du rêberan de "ferqek mezin" heye.

Gabbard got, "Trump fêm dike ku piştî sê salên dirêj û bi xwîn, divê şerê (Şerê Rûsya û Ûkraynayê) tavilê bi dawî bibe. Di hişê Serok Zelenskiy de armancên cûda hene."

Gabbard piştî civîna Ofîsa Oval derbarê çûna Zelensky ji Qesra Spî de got, "Vê di pêwendiyê de qutbûnek mezin çêkir."

Gabbard got ku Zelenskiy ji danûstandinên rasteqîn û bi dilsozî li ser paşeroja welatê xwe re ne vekirî ye û got ku serokê Ukraynayê lihevhatinek dixwaze ku ji bo Ukraynayê serkeftinek teqez encam bide, her çend bibe sedema Şerê Cîhanê yê Sêyem an jî şerekî nukleer.

 
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.