DAIŞê 32 caran êrîşî deverên HSDê kir

DAIŞê 32 caran êrîşî deverên HSDê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê di nav meha Sibatê de, 11 caran êrîş birine ser navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û ji serê salê ve jî 32 caran êrîş kirine.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, DAIŞê di meha Sibatê de 11 êrîş li navçeyên HSDê pêk anîne û piraniya wan li parêzgeha Dêrazorê bûn ku 9 êrîş li wê deverê çêbûn.

Herwiha li gorî SOHRê ji destpêka meha Çileya 2025an ve jî DAIŞê 32 êrîş pêk anîne ku di encamê de, 8 şervanên HSDê û endamên Asayîşê can dane û 4 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Fermandarê Giştî yê HSDê çend roj berê gotibû ku di vê dema dawiyê de, agahî di destê wan de heye ku DAIŞê xwe dide ser hev daya ji bo êrîşan pêk bîne.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.