SOHR: Heya niha HTŞ 12 hezar memûrî ji ser kar derxist

SOHR: Heya niha HTŞ 12 hezar memûrî ji ser kar derxist

PeyamaKurd – Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku rêvebiriya HTŞê ya Şamê heya niha 3 hezar mamosteyan ji wezareta perwerdê, ji ser karên wan derxistiye. Ji wezaret û dezgeyên dinan yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heya niha bi temamî 12 hezar memûran ji ser karên wan derxistiye.

SOHRê ragihand ku memûrên ji ser kar derxistine ji wezareta tenduristiyê, wezarata perwerdê û rêvebiriya lîmana Lazkiyê ne. 3 hezar memur ji wezareta perwerdê ne. Çavkaniyên SOHRê gotine ku do ji şîrketa Hesin û Pola jî 500 karkeran ji kar derxistine.

SOHRê ragihand ku ji ber kiryarên Şamê karmend hetine rewşekî zor û dibe ku ev kiryar bibe sedema krîzekî nûh û hem ya maddî.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.