Li navça Avcilarê zilamekî jina xwe û 3 zarokên xwe kuşt

Li navça Avcilarê zilamekî jina xwe û 3 zarokên xwe kuşt

PeyamaKurd – Li Îstenbolê li navça Avcılarê malbata ku pirsgirêkên wan yên maddî hebûn, zilamê malbatê derûniya wî baş nîn bû. Zilamê malê piştî jina xwe û her sê zarokên xwe kuşt, xwe bi xwe jî kuşt.

Piştî bûyerê, cenazên her 5 kesan birin morga Tib a Edlî. Bûyer, di seet 13.22an de li taxa Denizköşkler çêbû. Li gor agahiyan; ji ber xaniyên wan dê bê hilweşandin û ketiye ber nûhkirina bajêr, serokê malbatê Velican Alıcı (38) bi 1,5 milyon lireyî bûye deyndar û nikaribiye deynê xwe bide.

Alıcı, bi demança xwe li jina xwe Fikriye Alıcı (35), zarokên xwe R.E.A. (12), R.A. (7), K.A. (6) xist û paşî gule bera serê xwe da. Mirovên wan dema çûn mala wan, dîtin kes derî venake û li ser gumanan li polîs geriyan. Polîs di rêya çîlîngir de derî vekir û dîtin ku her 5 jî mirine.

Piştî lêpirsîna bûyerê, cenazan birin morga Tib a Edlî ya Îstenbolê. Li gor qeydiyên polîs, bi 4 ciyan qeydiyên sûc yên Velican Alıcı hene.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.