Serok Barzanî bi heyeta PWK, PSK û HAK-PARê ya hevpar re civiya

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Herêma Kurdistanê li bajarê Selahaddînê (Masîv) heyeta hevpar ya ji partiyên PWK, PSK û HAK-PARê qebûl kir. Di civînê de li ser pêvajoya aştiyê û bandora wê ya li ser pêvajoya siyasîya herêmê û bandora wê ya li ser doza Kurd axifîn.
Di heyetê de serokê giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Özçelik, serokê girştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan, cîgirê serokê PSKê Mesud Tek û endamê serokatiya HAK-PARê Mehmet Şirin Timur hebûn.
Baregeha serok Barzanî di mijarê de ragihand ku di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê axifîne. Serok Barzanî, bi heyeta hevpar re li ser rewşa Kurda ya heyî, dahatûya wan, derfet û tehdîdan, bi berfirehî rewşê rave kirine.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




