TV ya El Hadath: Li Dêrezorê di teqînê de 3 kes mirin û 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Sûriyê li rojavayê bajarê Dêrezorê di teqîna vê siba de, 3 kes mirin û 20 kes birîndar bûn. Sedema teqînê nehat zanîn.
Li gor TV ya El Hadathê ya Erebî; li rojhilatê Sûriye li bajarê Dêrezorê di destpêka bajarokê Ebû Kemalê de teqîn çêbû. Hat gotin ku teqîn di benzînxaneyekî de çêbûye.
Di encamê de agir bi benzînxanê ket lê agir hat tefandin.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




