NYT: Aloziya navbera rêveberiya nû ya Sûriyê û Kurdan zêde dibe

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî New York Times (NYT) li ser alozî û nakokiyên navbera rêveberiya nû ya Şamê û Kurdan raportek belav kir.
NYTê daye zanîn, hikûmeta demkî ya Şamê ji HSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk) daxwaza danîna çekan dile û dibêje; tevlî hêza leşkerî ya neteweyî bibe û ev jî dibe sedem ku Kurd ji diyaloga neteweyî û hikûmeta demkî dûr bikevin.
Şam ji HSDê danîna çekan dixwaze
Rojnameya New York Times nivîsîye ku rêveberiya Şamê ji HSDê dixwaze ku "çekên xwe deyne û tevlî hêzeke leşkerî ya yekbûyî ya neteweyî bibe" û ji ber vê yekê jî "alozî zêdetir dibe".
Helwesta Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bo HSDê
Serokê komîteya hikûmeta demkî Hesen el-Dexîm, roja Pêncşemê diyar kir ku heta ku komên çekdar "çekên xwe daneyînin" û di bin Wezareta Berevaniyê de tevlî nebin, ew ê di diyalogê de cih negirin.
Daxwazên HSDê çi ne?
Di hefteyên dawî de gelek komên çekdar qebûl kirin ku xwe belav bikin, lê HSD di gotûbêjên bi hikûmeta demkî de van dixwazan dike:
1- Wek blokeke leşkerî ya yekgirtî tevlîbûna artêşê
2- Zimanê kurdî li bakur-rojhilatê Sûriyê bibe zimanê fermî
3- Garantiya rêvebirina herêmên di bin kontrola wan de berdewam bike
Macron ji Şamê xwest bi Kurdan re li hev bikin
Li konferansa Parîsê ya roja Pêncşemê, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron bang li hikûmeta demkî ya Sûriyê kir ku bi hêzên Kurd re lihevhatinekê pêk bîne. Macron got ku "Sûriye divê li dijî hemû rêxistinên terorîst ên ku kaosê belav dikin têbikoşe" û hevkariya bi hêzên Kurd re dê ji bo vê yekê girîng be.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




